PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Sêşemê ya wezaretê di 24 saetên borî de 440 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 5 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê ragihand; ji 440 pêketiyên nû 68 kes li Hewlêrê, 166 kes li Silêmaniyê, 180 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha 5 kesên wefat kirine 4 kes li Hewlêrê û 1 kes li Germiyanê ye û 717 kes jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûn.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên korona li Herêma Kurdistanê gihîşt 174311 kesan, ya mirinan bû 4331 kes û heta niha 161896 nexweşên korona jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin