MSB: Pêwîstî bi operasyoneke din nema

MSB: Pêwîstî bi operasyoneke din nema

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku, di van şert û mercan de li Sûriyê pêwîstî bi operasyoneke din nemaye û bi fermî dawî li êrişa xwe ya li dijî Rojava anî.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku, di van şert û mercan de ku rêkeftinek di nava Tirkiye û Federasyona Tirkiyê pêk hatiye, li bakur û ojhilatê Sûriyê (Rojava) ji bilî operasyona Harekata Kaniya Aştiyê, pêwîstî bi operasyoneke din nemaye.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku di çarçoveya rêkeftinê de 120 saet navber hatiye dayîn û di wê dema diyarkirî de şert û mercên pêwîst pêk hatine, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herêmê vekişiyaye û lewma jî pêwîstî bi operasyoneke din nemaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin