PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya rewşa koronayê ya dawî de ragihand, di 24 saetên borî de 591 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 24 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 saetên borî de, 591 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 194 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 259 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 24 kes jî ji wê nexweşiyê mirine ku 8 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyêm 3 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê û 8 kes li Duhokê ne.
Tevî van amarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 34 hezar û 821 kesan, hejmara mirinan gihîşt 1 hezar û 289 kesan û heta niha 22 hezar û 17 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin