Dadgeha Cezayan a Navnetewî xwest ku el Besir were radestkirin

Dadgeha Cezayan a Navnetewî xwest ku el Besir were radestkirin

PeyamaKurd - Dadgeha Cezayan a Navnetewî (DCN) ya li bajarê Holandayê Laheyê xwest ku Serokê Dewletê yê têkçûyî Omer el Beşir ê ku ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Sudanê Avad bin Avf ve hatiye desteserkirin, were radestkirin.

Berdevkê DCNê Fadi Abdullah daxuyaniyek da û diyar kir ku dadgeh têkilî karên hundir ê tu dewletan nabe lê di derbarê Omer El Beşir de 2 biryarên desteserkirinê hene û ev biyar hê jî di meriyetê de ne.

Berdevkê DCNê xwest ku dadgehên Sûdanê di vî warî de alîkariya Dadgeha Cezayan a Navnetewî bikin.

DCNê bi egera ku Omer el Beşir, di salên 2009 û 2010an de sûce şer kiriye, derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin.

Ji aliyê din ve Konseya Birêveber a Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê îro daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew Omer el Beşir radest nakin û bi xwe ew dê wî bidarizînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin