PeyamaKurd - Li paytexta Japonya Tokyoyê wesayîtekê ajot ser qelebalixa ku dixwest sersalê pîroz bike.
Hat ragihandin ku bi şev dema pîrozbahiyên sala nû, li kolana Takeshita ya Tokyoyê wesayîtekê ajot ser xelkê sivîl û yek ji wan bi giranî 9 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku êrîşkarê 21 salî Kazuhiro Kusakabe hatiye binçavkirin û li xwe mikur hatiye ku wî ew êrîş bi sedema protestokirina cezayê îdamê pêk aniye.
Hat diyarkirin ku rewşa xwendekarekî zanîngehê ku birîndar bûye xedar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin