Nasnameya akademîsyena li Îranê zîndankirî askera bû

Nasnameya akademîsyena li Îranê zîndankirî askera bû

PeyamaKurd- Akademîsyena ku hemwelatiya Awûstralya û Brîtanyayê ye û ji aliyê dewleta Îranê de 10 sal ceza lê hatiye birîn, li zanko ya Melbourne dixebite û navê wê Kylie Moore-Gilbert e. Kylie Moore-Gilbert xebatên xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Gilbert salekiye bi sedemeka ku nayê zanîn di zîndana Îranê de ye û dadgeh 10 sal ceza lê biriye.

Li gor ragihandina Zanko ya Melbourne; malbata Moore Gilbert bi hukumeta Awûstralya re di nav têkiliyan de ye lê bi sedema xesasiyeta mijarê nikarin agahiyên zêde bidin. Malbata akademîsyena girtî bo xebata zanko û hukumetê sipasiya xwe kir û weha got:

“Em bawerin bo dagera Kylie rêya herî baş diplomasiye. Em ê zêde şirove nekin. Em niha dixwazin bo mahremiyeta hevalên me û malbata me rêz bê girtin.”

Medya Brîtanyayê ragihandibû ku du jinên xwedî nasnameyên Awûstralya-Brîtanyayê û zilamekî Awûstralyayî di demên cuda de li Îranê hatine girtin û xistine zîndana li Tehranê ya bi navê Evîn. Navên Mark Firkin û jin a wî Jolie King hatibû aşkerakirin lê navê akademîsyen nehatibû gotin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin