PeyamaKurd - Fermandarê Firqeya 4 a Hêza Deryayî ya (Marenz) a Amerîkayê General Osten Renfors daxuyakirin ku kandîdê Serokwezîriya Kurdistanê Mesrûr Barzanî kesekî jêhatî ye û ew li benda karkirina ligel wî ne.
General Osten Renfors ji televizyoneke Kurdistanê re ragihand, pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê û ya Iraqê derbarê vegerandina Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de bigihin rêkeftinekê û got, Amerîka dê berdewam be bo hewldanên rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê parastina navçeyên Kurdistanê.
Renfors got: ‘’Ez bi şewq ve li benda karkirinê me ligel Mesrûr Barzanî û wezîrê Pêşmerge yê di kabîneya nû ya hikûmetê de.’’
Fermandarê Amerîkayê ji bo Mesrûr Barzanî jî got, ‘’Kesekî jêhatî ye û baş têdigehe bê giringiya parastina ewlehiya xelkê navçeyê çi ye.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin