Biden: Ez li Siûdiyeyê bi Prens Selman re bi tu awayî nacivim

Biden: Ez li Siûdiyeyê bi Prens Selman re bi tu awayî nacivim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Jeo Biden di Tîrmehê de serdana Rojhilata Navîn dike û di çarçoveya serdanê de diçe Siûdiyê, lê bi Welîahdê Siûdiye Prens Selman re nacive.

Serokê Amerîkayê li ser serdanê ji çapemeniya welatê xwe re diyar kir, wê serdana Siûdiyê bike lê li Siûdiyeyê li gel Welîahdê Siûdiye Prens Selman bi tu awayî hevdîtinê pêk naîne.

Herwiha Biden eşkere kir, helwesta wî ya li hember mijara kuştina Rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşiqcî nehatiye guhertin û ji ber vê yekê jî li gel Prens Selman hevdîtin pêk naîne.

Hêjayî gotinê ye, biryar e Biden di serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de serdana Siûdiye û Îsraîlê û çend welatên din yên deverê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin