Elî Ewnî: Hinek alî astengiyê li pêsiya hilbijartinên Parlamentoyê çêdikin

Elî Ewnî: Hinek alî astengiyê li pêsiya hilbijartinên Parlamentoyê çêdikin

PeyamaKurd -  Berpirsê Liqa Yekem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser serdana Serok Mesûd Barzanî ya Duhok û devera Badînanê got, Serok Barzanî ronahî xiste ser rewşa PDKê û biryarên 14. Kongreya PDKê û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên xelkê kir.

Elî Ewnî ji K24ê re daye xuyakirin: “Serdana Serok Barzanî bo devera Badînan, Duhok, Zaxo, Amêdî û Akrê ji bo guhdarîkirina nêrîna xelkê deverê û çînên cuda bû. Di heman demê de Serok Barzanî her tim dibêje: “Ez dixwazim kêm biaxivim û zêdetir guhdariya we bikim, ev jî di çarçoveya girîngîpêdana Serok Barzanî bi nêrîna welatiyan de ye.”

Elî Ewnî diyar kir: “Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa PDKê û biryarên Kongreya 14 ya PDKê û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên gelê deverê kir.”

Li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Ewnî got: “Hin aliyên siyasî yên Kurdistanî astengiyan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derdixin û dibêjin, ew ji bo hilbijartinan amade ne, lê dema ku mijar dibe rastî, hemû xwe ji lidarxistina hilbijartinan vedidizin.”

Berpirsê PDKê destnîşan kir: “PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoyê amade ye, ji ber ku PDK dixwaze bi rêya hilbijartinan rewabûna saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nû bike. Ev jî erkek e ku divê em li hember welatiyên xwe pêk bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin