PeyamaKurd – Di zîrwa awarte ya lîderên Yekîtiya Awrûpa de ji bo veberhênana bergiriyê 200 mîlyar Euro û ji bo hilberîna enerjiyê (RePowerEU) bi miqdarê 300 mîlyar Euro pere hat veqetandin. Civîna zîrweyê ya ji bo 2 rojan li bajarê Brukselê hat kirin. Piştî qedandina zîrwê serokê konseya Awrûpayê Charles Michel û seroka komîsyonê Ursula von der Leyen bi hevkarî civîna çapemeniyê lidarxistin.
Michel di civînê de ragihand ku biryarê dane da ji bo Ûkraynayê desteka darayî û polîtîk û ji bo Rûsya jî, şer bi dawî bike, biryara dorpêçan dane ser Rûsyayê. Ji bo ewlehiya xidayê wê bi Yekîtiya Afrîka re xebat bêkirin û bi taybetî ji bo veberhênanê wê welatên Afrîkayê destek bikin. Ji bo mijara enerjiyê Michel weha got:
“Ji bo cûreyên çavkaniyên enerjiyê zêde bikin û derbasî enerjiya ku dikare xwe nûh bike bibin û hem ji bo bazara elektrîkê ji nûh de birêbixin, me erkê da Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê.
Di zîrwê de fikra veberhênana bergiriyê, ji bo pêşdebirina kapasîta teknolojiyê û endustriyê çêbû. Em ê di nav NATO de jî veberhênanê bikin.”
Von der Leyen jî di axaftina xwe de weha got:
“Em weke endamên YA yê, piştî xazê heya dawiya salê em ê kirîna petrolê ji Rûsyayê %90 kêm bikin. Ji bo di mijara serxwebûna di seha enerjiyê de, wê nexşeyekî zelal bê pejirandin. Di mijara parastina bergiriyê de, wê veberhênana bi miqdarê 200 mîlyar Euroyî çêbibe. Wê ev ji bo Awrûpayê bandorê bike û em ê bi NATO re ji bo parastina Awrûpayê, hevkariya parastinê bikin. Niha budça bergiriyê aktive û 72 welat amade ne ku destekê bidin budçeyê.
Bi sedema êrîşa Rûsyayê, Ûkrayna nikare 20 mîlyon ton genimê xwe di rêya bejayiyê an trênê de ji Ûkraynayê derxe û divê ev genim ji wê derê derê.
Ji bo desteka binê devera Sahrayê me ji budça xwe 2,5 mîlyar Euro pere veqetand û em ê di salên 2022-2023 an de destekê bidin û di meha pêşiya me de li Qahîrê bi serokkomar Abdulfettah es-Sisi re civînê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin