Hunermend Ferhat Tunç hat binçavkirin

Hunermend Ferhat Tunç hat binçavkirin

PeyamaKurd - Hunermendê Kurd û çalakvan Ferhat Tunç di vegera ji Almanyayê de, li balafirxaneya Stenbolê hat binçavkirin.

Ferhat Tunç ku di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an de namzedê HDPê yê parlamentariyê bû, dema ji bernameyeke Almanyayê dihat, vê sibehê li balafirxaneya Stenbolê hat binçavkrin.

Tunç li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Dema ji Almanya hatim, gotin ‘lêgerîn li ser te heye’ û niha min binçav dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin