PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê baran zêde bariya, lehî rabû û av ket gelek xaniyan. Rê tije av bûn. Parêzgeha Rihayê ragihand ku rojekî dibistanan tatîl kiriye.
Li Rihayê ber destê êvarê li navçên Eyyubiye û Xelîliye baran zêde bariyaye û kolan tije av bûne. Lehî ketiye nav hinek mal û kargehan. Şaredariya mezin ya Rihayê bang li xelkê kir ku tedbîrên xwe bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin