PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî ji rojnamevanan re di derbarê aloziya li sînorê Ukrayna û îhtîmala êrîşekê ji aliyê Rûsya de axivî û diyar kir, Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn biryar daye di nava çend rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bike.
Serokê Amerîkayê Biden da zanîn: “Sedemên me hene ku em bawer bikin, hêzên Rûsî plan dikin di rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bikin.”
Biden destnîşan kir: “Ez di vê gavê de piştrast im ku Putin ev biryar (êrîşkirina ser Ukraynayê) daye.”
Herwiha Biden li ser pirsa; “Hûn çawa bawer in wê Rûsya êrîş bike?” bersiva; “Îstixparata me li her derê heye” da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin