PeyamaKurd- Ji Serwîsa Federal ya Ewlekariya (FSB) Rûsyayê hat ragihandin ku îro serê sibê, siet li dora 7 an, nêzî Kirimê, li behra Azakê, bi sedema ku keştiyên şer yên ÛKraynayê sînorê avê yê Rûsyayê îhlal kirine, keştiyên Rûsya mudaxeleyê keştiyên Ûkraynayê yên şer kiriye.
Li gor ragihandinê 3 keştiyên Ûkraynayê bê ku îzna Rûsyayê bistînin ketine nava sînorê Rûsyayê yê avê. Keştiyên ku ber bi buhira Kerçê ve diçin, tabiê îznê ne. Keştiyên Ûkraynayê manewrayên bi talûke kirine. Di beyanê de hat gotin ku keştiyên Rûsyayê temamê ewlekariya sînor yên asayîşê sitendine û li Behra Reş, Behra Azakê û Buhira Kerçê tedbîran sitendine. FSB dibêje armanca Ûkraynayê ew e ku di herêmê de şer derxe.
Hêzên deryayî yên Ûkrayna jî dibêje ku her 3 keştî dixwazin ji Odessayê derên û herin lîmana Mariupolê ku li Behra Azakê ye. Hem dibêje ku ji berê de agahiyê dane ciyên pêwendîdar û hem Rûsya bi 4 keştiyên xwe yên şer tevgerên êrîşane kirine ser keştiyên Ûkraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin