PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ragihand, şanda Herêma Kurdistanê dê di dema xwe de serdana Bexdayê bike.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ragihand, dest ji kar berdana serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî bandorek neyînî li ser lihevkirina Hewlêr û Bexdayê nake ji ber ku ew rêkeftin berê hatibû kirin.
Faris Îsa her wiha got, ew şanda Herêma Kurdistanê ya ku biryar bû roja 1 Kanûnê (sibê) bo mesela bûdce û mûçe û petrolê biçe Bexdayê dê di dema xwe de biçe û ti guhertin jî nehatiye kirin di vê mijarê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin