Nêçîrvan Barzanî: Dijmin cudahiya me nakin, divê em jî yek bin

Nêçîrvan Barzanî: Dijmin cudahiya me nakin, divê em jî yek bin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa 1ê Sibatê ya El Qaîdê ya 2004an li ser binkeyên PDK û YNKê pêk hatibû axivî û got, “1ê Sibatê derxist holê ku divê em yekgirtî bin û yekîtiya xwe biparêzin”. 

Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera êrîşa 1ê Sibatê de li ber monomênta şehîdên 1ê Sibatê li nav Parka Şehîd Samî Ebdulrehman a Hewlêrê gotarek pêşkêş kir. 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxuyakirin: “Îro em bûyereke asayî bi bîr nayînin, lê belê em tevlihevbûna xwîna pêşmerge û serkirdeyên PDKê û YNKê bi bîr tînin, ku di rojên zehmet de û bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê di çeperekê de bûn”. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “1ê Sibatê ev rastî bo hemû aliyan derxist holê ku dijmin ti cudahiyê di navbera me de nakin û di yek demê de dijatiya me hemûyan dikin, lewma di rojeke weke îro de divê em bînin bîra xwe, ku em jî divê yekgirtî bin û em hemû alî vê yekîtiya xwe biparêzin”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin