PDK û YNK sibe dicivin: Dibe hefteya bê rêkeftinê îmze bikin

PDK û YNK sibe dicivin: Dibe hefteya bê rêkeftinê îmze bikin

PeyamaKurd – Hewlên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera PDK û partiyên din de berdewam dikin. Hat ragihandin ku sibe 25ê Nîsanê Mekteba Siyasî ya PDKê û Mekteba Siyasî ya YNKê dicivin û  dê daxwazên Goranê jî bên gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokara (PDK) Kurdistanê Dr. Aras Heso Mîrxan eşkere kir ku wê sibehê Mekteba Siyasî ya PDK û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bicive û wê daxwazên Goranê jî bên gotûbêjkirin.

Aras Heso Mîrxan got ku mimkune PDK û YNK hefteya dahatû rêkeftina bo avakirina hikûmetê îmze bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin