Hewlêr | Li Hewlêrê haletek din a tûsbûna koronayê hat tomarkirin

Hewlêr | Li Hewlêrê haletek din a tûsbûna koronayê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Şeva borî 24.04.2020ê Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê berketina keseka din a bi vîrusa korona li Hewlêrê ragehand.

Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyekê aşkera kir, di berdewama test û kontrolên li ser kesên gumanbar ku helgirê vîrusa korona ne, haleteke nû ya tûşbûba vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) li parêzgeha Hewlêrê hat tomarkirin, ku jineke temen 40 saliye û rûniştvana nahyeya Behirke ye.

Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihandibû ku testên 2 kesan yên kovid-19 ê, li bajarê Duhokê posîtîv derketine. Her 2 kesên ku di wan de kovid-19 hatine tesbîtkirin ji Duhoke ne. Yek ji wan 77 saliye û yê din 8 saliye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin