PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey wê li ser mijara êrîşên Idlibê seredana Tirkiyê bike û li ser mijarên herêmê yên pêşdeçûyî hevdîtin bike. Jeffrey pêvajoya Idlibê xweş dişopîne û wê dîplomasiya li Tirkiyê bimeşîne.
Jeffrey wê roja çarşemê seredana Tirkiyê bike û bi heyeta xwe ve, bi heyeta Tirkiyê ya di bin serokatiya cîgirê wezîrê Tirkiyê bi Sedeta Önal re bicive. Dibe ku Jeffrey bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê bi Hukusi Akar re jî kombînekî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin