PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên doh 3yê Kanûnê yên Serdozgerê Giştî yê Îranê Muhammed Cafer Muntazeri derbarê amadekariya biryarekê bo Polîsê Îrşadê ragihandibû.
Ajans France Press (AFP) îro Yekşemê bi zarê medya Îranê ragihand ku Serdozgerê Giştî yê Îranê Muhammed Cafer Muntazeri ji ajansa ISNA re gotiye, “Polîsê Ehlaqê hatiye hilweşandin û ti pêwendiya wê hêzê bi darazê re nîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, keça Kurd Jîna Emînî meha Îlonê ji ber xuyakirina pora wê, 13ê Îlonê ji aliyê wê hêzê ve hatibû binçavkirin û piştre jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin can dabû.
Piştî kuştina Jîna Emînî ev nêzî 3 meh in bênavber protestoyên seranserî li dijî rejîma Îranê berdewam dikin ku heta niha bi destê hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê nêzî 120 kes û bi giştî jî nêzê 500 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin