Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike

Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Biryar e vê hefteyê berbijêrê erkdar ê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Hewlêrê bike û li bi Serok Barzanî re bicive ku gotûbêjan derbarê pêkanîna hikûmeta nû de bike.

Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Sebah Subhî serdana Sûdanî ragihand û diyar kir: “Kurd derveyî peywira Serokomarê Iraqê, di hikûmetê de 4 wezaret li ber dikevin ku yek ji wan wezaretan jî serekî ye.”

Herwiha Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Sebah Subhî da zanîn: “Gotûbêjên pêkanîna hikûmetê û dabeşkirina peywiran destpê kiriye û berdewam e. Kurd, derveyî peywira Serokomar, rijd e li ser wergirtina 4 wezaretan ku yek ji wan wezaretan jî serekî ye, êdî wezareta darayî be, yan wezareta derve be.”

Li ser serdana berbijêrê hatiye erkdarkirin ji bo pêkanîna hikûmetê de jî eşkere kir: “Mihemed Şiya Sûdanî vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê dike û bi Serok Barzanî re dicive û wê pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin