Misir: Diziyeke gelek mezin li zanîngeha Suhac hatiye kirin

Misir: Diziyeke gelek mezin li zanîngeha Suhac hatiye kirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Misirê bi daxuyaniyekê diyar kir, do bi şev diziyeke gelek mezin li zanîngeha Suhac ya li Misirê hatiye kirin.

Wezareta Navxwe ya Misirê da zanîn, do bi şev çend kesan 59 şûnwarên girîng yên dîrokî ku taybet in bi serdema firewûnan û serdema Îslamiyetê, ji Zanîngeha Suhacê dizîne.

Herwiha hat ragihandin, lê piştî demeke gelek kêm ji diziyê, hêzên ewlekariyê bi operasiyonekê ew diz girtin.

Wezartê destnîşan kir, diz 4 kes bûne ku sê ji wan xwendekarên vê zanîngehê û ew ê din jî bavê yek ji wan xwendekaran bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin