Di civîna Erdogan û Ebadî de mijara deriyê 'Ovakoy'

Di civîna Erdogan û Ebadî de mijara deriyê 'Ovakoy'

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re di civîna çapemeniyê de ragihand, Hikûmeta Iraqê pêşî di şerê dijî DAIŞê de û piştre jî li hember referandûmê (ya Kurdistanê) îmtîhaneke baş daye.

Piştî civîna di navbera Erdogan û Ebadî de civîneke rojnamevanî hat lidarxistin, Erdogan got: Kêşeyên Iraqê, yên me ne jî. Em amade ne tiştê li ser xwe, ji bo avakirin û aramî û pêşxistina Iraq û aramiya Tirkiyê bikin. Çarenivîsa herdu welatên me yek tişt e. Ji ber vê yekê jî, Tirkiye amade ye hemû alîkariyan bi Iraqê re bike.

Erdogan diyar kir ku, “Hikûmeta Iraqê pêşî di şerê dijî DAIŞê de û piştre jî li hember referandûmê (ya Kurdistanê) îmtîhaneke baş daye.

Herwiha Erdogan destnîşan kir: “Deriyê sînor ê ku dê vebe (Ovakoy) hem di berjewendiya Iraqê û hem jî ya welatê me de ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin