PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser krîza xurekê ku bi taybet piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê û benderan daye destpêkirin derketiye holê, welatên Rojavayî tohmetbar kir.
Peskov got, “Yên ku bûne sedema birçîbûn û krîza xurekê li cîhanê welatên rojava ne, pirsgirêk ne ji me ye. Sedem dorpêç û yên wan dorpêçan li ser me disepînin in.”
Peskov wekî sedema krîza xurekê dorpêçên welatên rojavayî yên ser Rûsyayê nîşan da û diyar kir, “Rûsya her tim hinardekareke zad a bi ewle bûye.”
Herwiha Peskov gotiye, wan bi rêya trenan hinardekarina zadê Ukraynayê bo Polonyayê asteng nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin