PeyamaKurd – Parêzgariya Stenbolê seyrana Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ku bi navê “Seyrana Yekîtî û Pişgiriya Dêrsimiyan” 32 sal in dihat kirin, qedexe kir.
DEDEFê bi daxuyaniyekê ragihand, dê seyrana wan 22yê Gulana 2022yê li Daristana Aydos a Stenbolê bihata kirin, lê ji aliyê Parêzgariya Stenbolê ve bi hinceta ewlekariya netewî û parastina gelemperiyê ji aliyê Parêzgariya Stenbolê hatiye qedexekirin.
Federasyona Komeleyên Dêrsimê li dijî qedeyê nerazîbûn nîşan da û got, qedexekirin berhema sîstema AK Partiyê ye ku li hemû Tirkiyê her tiştî qedexe dikin.
DEDEFê tenê 2 sal in ji ber koronayê Seyrana Yekîtî û Pişgiriya Dêrsimiyan çênekiribû, lê belê weke kevneşopiyekê 32 sal in bê qedexe ew seyran dihat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin