Neteweyên Hevgirtî jimara miriyên koçber balav kir

Neteweyên Hevgirtî jimara miriyên koçber balav kir

PeyamaKurd – Di Roja Koçberan ya Navdewletî ya Neteweyên Hevgirtî de, hat ragihandin ku di sala 2020 an de herî kêm 3.174 koçber di wexta ji zilmê, şiddetê an di wexta xwestin halê feqîriya xwe xweş bikin, jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçberan ya Navdeletî ya di bin sîwana NH de ragihand ku ev jimara li jorê tenê ya hatiye qeydkirin û bi hezaran koçberên din can dane jimara wan neketiye nava raporên fermî. Lê tevî her tiştî jimara îsal ji yên salên borî kêmtire. Berdevkê rêxistinê Paul Dillon weha got:

“Li Amerîka Başûr li gor salên berê di mijira koçberan de jimare zêde bûye û piraniya miriyan koçberên Venezuelayî ne û herî kêm 104 koçber mirine. Hefteya borî 23 kesên ku li Venezuelayê fetisîn jî di nava wan de ne. Li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê 381 jin, zilam û zarok jiyana xwe ji dest dan.”

Jimara miriyên koçber yên li ser rêya Awrûpayê ji 1.700 an derbas bûye. Piraniya wan yên ji binê Sahrayê ji Afrîkayê diçûn Awrûpayê.

Bedevk ragihand ku koçber ne tenê jimarene û doktor, hemşire û xizmetkarên tenduristiyê yên di nava koçberan de hêjayî gotinê ye ku mirov bêje bê çendîn bi Kovid-19 ê re têdikoşin.

Dillion, dibêje heya koçberan kêm bixin û wan biçûk bibînin, divê mirov li xizmeta wan ya ku dikin binêre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin