PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken behsa girîngiya ortaxiya bi Afrîka Başûr re kir û got di navbera her dû welatan de têkilî bi geşayî dewam dikin. Blinken her weha behsa girîngiya mazûrvaniya Afrîka Başûr ya G20an ya sala bê kir. Afrîka Başûr dê bibe malxwoyê civîna G20an ya sala bê.
Blinken, di çarçova civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya 79em de li New Yorkê, bi wezîrê têkiliyên navdewletî û hevkariyê yê Afrîka Başûr bi Ronald Lamola re civiya. Berya hevdîdinê her dû wezîr civîna çapemeniyê ya hevpar kirin û Blinken got:
“Ev hevdîtin perçeyekî ji ortaxiya bêhempa û girîng ya navbera DYA û Afrîka Başûr ya duqolî, herêmî û hetta kureyî ye ku bê rawestan dimeşe. Afrîka Başûr sala bê, wê wezîfê bigre aliyê xwe, bi serpereştiya G20an em ê bi hevre xizmetê bikin û em wek Amerîka bende ne ku bikevin rêza dewra sitendina wezîfê. Difikirim ku gelek karên girîng hene ku em bikin.”
Lamola jî got ku li welatê Afrîka Başûr hilbijartina adil û azad têkirin û bi wî rengî demokrasiyekî heye û weha dewam kir:
“Siyaseta me ya derve wê li ser esasê mafên mirovan, qaîdeyên destûrê, berjewendiyên netewî, hevkarî û li ser çareseriya pirsgirêkan ya aştiyane be. Em û DYA qiymetên me yên hevpar hene, têkiliyên me dewam dikin û pêşde diçin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin