PeyamaKurd – Hikûmeta Navendî ya Iraqe biryar da ku di derbarê êrîşa moşekî ya rejîma Îranê ya li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, gilîyê Îranê bike.
Hate ragihandin ku di gilînameya Iraqê ya ku wê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NYê bike de hatiye destnîşankirin ku “ev êrîşa rejîma Îranê, binpêkirina eşkere ya serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê û ewlehiya gelê Iraqê ye.”
Bi vê helwesta xwe Hikûmeta Federal a Iraqê ya bi serokwezîrtiya Mihemed Şiye Sûdanî, ji 2003yan ku rejîma Sedam Huseyîn rûxiyabû vir ve, cara yekem e helwesteke tûnd a di vê astê de şanî Tehranê dide.
Artêşa Pasdaran a rejîma Îranê şeva sêşema borî, bi 11 moşekên balîstîkî û çend frokeyên bê mirov, êrişî maleke sivîl a li Hewlêrê kir.
Di vê êrişa rejîma Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîna canê xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin