Wezîr Lloyd Austin li Pentagonê bi Qralê Urdunê Abdûllahê 2 em re civiya

Wezîr Lloyd Austin li Pentagonê bi Qralê Urdunê Abdûllahê 2 em re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û qralê Urdunê Abdûllah li Amerîkayê li avahiya Pentagonê civiyan. Pêşwaziya qral Abdûllahê 2 yê ji aliyê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin de hat kirin. Di civînê de wezîr û qral li ser pirsgirêkên navbera Îsrîl-Fîlîstînê, Iraq, Lubnan û li ser têkoşîna bi Îranê re axifîn. Berya civînê Austin weha got:

“Urdun di herêmekî zor de ye û lîderekî wê yê bi qiymet heye. Di herêmê de ji bo îstîqrar û ewlehiyê hevkarekî xwurte. Hevpariya me bi Urdunê re ji her wextî bêhtir girînge. Sedema wê ew e ku dostaniya me ya kevin li aliyekê, em û desteka Îranê ya ji bo terorîzmê, zêdebûna bazirganiya maddeyên hişbir yên karê qaçaxê, tehdîda rêxistinên weka DEAŞ ê yên layangirên şiddetê û bi gelek tehdîdên din re em rû bi rû ne.”

Austin ji ber têkbirina DEAŞ ê, xwurtkirina têkiliyên Îsraîlê û welatên Ereb, desteka ji bo avakirina du dewletan li Fîlîstînê, xwurtkirina ewlehiya xelkê Fîlîstînê, kêmkirina bê îstîqrariya Iraqê û Lubnanê, di van hemû mijaran de ji bo desteka qral Abdûllah sipasiya wî kir.

Li ser endîşeyên zêdebûna qewimandinên şiddetê yên li Qudsê û Şerîa Rojava, Austin behsa endîşeyên xwe kir û got ku qral Abdûllah roleka baş leyîstiye.

Qral Abdûllah jî di axaftina xwe de ragihand ku li herêmê zêde pirsgirêk hene û wê çawa karibin ji bo pirsgirêkan çareser bikin, bi dostên xwe yên weka Amerîkayê li serê dixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin