PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ragihand ku peymana korîdora veguhestina zadê Ukraynayê ji bo 2 mehan hatiye dirêjkirin.
Erdogan di axaftina xwe ya piştî civîna serokên navçe û bajaran ên AK Partiyê de, got: “Dixwazim mizgîneyekê bidim tevahiya dinyayê. Korîdora zad a Derya Reş çend caran hatibû dirêjkirin. Bi saya hewldanên me û piştevaniya dostên me yên rûsî û ukraynî, biryar hat dayîn ku Peyamana Korîdora Derya Reş a zad du mehan were dirêjkirin. Ji bo hemû dinyayê bi xêr be.”
Erdogan herwiha ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku 28ê Gulanê birêve diçin jî bernameya xwe eşkere kir û ragihand, ew dê li Enqere û Stenbolê beşdarî çend bernameyan bibe û piştre jî bajar bajar serdana herêma erdhejê bike.
Herwiha Erdogan ji endam û rêveberên partiya xwe jî xwest ku ji rêjeya dengên ku di gera yekem de wergirtine tenê yek dengî jî fîre nedin û mal bi mal bigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin