PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, êrîşa dijî Rojavayê Kurdistanê parast û gef li Ewropayê xwar ku operasyonê wekî dagirkerî bi nav dike.
Erdogan di civîneke partiya xwe de îro îdia kir ku di êrîşên xwe de 109 şervan kuştine û hemû welatên daxuyaniyên şermezarîyê û dagirkeriyê bo Tirkiyê dane rexne kirin.
Erdogan ji bo Yekîtiya Ewropayê jî gef xwar û got, “Ey YE werin ser xwe. Heke hûn hewil bidin operasyona me wekî dagirkerî bi nav bikin, karê me hêsan e. Emê deriyan vekin û 3 milyon û 600 hezar koçberan bi ser we de bişînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin