Dr. Saman Berzencî: Em li ber metirsiyeke mezin û karesateke mirovî ne

Dr. Saman Berzencî: Em li ber metirsiyeke mezin û karesateke mirovî ne

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, hişyariya metirsiyeke mezin û karesatekî mirovî ya bo vîrusa koronayê da hemwelatiyên Kurdistanê.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û ragihand, herêma Kurdistanê li ber metirsiyeke mezin û karesateke mirovî ye.

Berzencî piştî ku îro di encama test û kontrolan de hat ragihandin, 41 tûşbûyên vîrusa korona li bajarê Hewlêrê hatine tomar kirin ev peyam belav kir.

Tevî wan 41 kesan hejmara pêketiyên vîrusa korona li Herêma Kurdistanê gihîştiye 277 kesan, 3 kesan can daye û 88 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin