Tirkan û Rûsan herêma bêçek li Îdlibê diyar kirin

Tirkan û Rûsan herêma bêçek li Îdlibê diyar kirin

PeyamaKurd – Ji Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê hat ragihandin, ku di civînên 19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra hatin kirin de li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat diyarkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di civînên19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra hatin kirin da li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat diyarkirin.

Ji bona li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê îstiqrar çêbe li Soçiyê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn civîn hatibû kirin û piştî civînê jî mutabaqat hatibû îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku ji bona li ser bicîanîna esasên mutabaqata li Soçiyê biaxivin li wezaretê 19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra civîn hat kirin.

Herwiha di civînê da li gorî taybetiyên erdnîgarî û cî û waran li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin