Wezareta Pêsmerge çend mijarên girîng bi Komîsyona Pêsmerge re gotûbêj dike

Wezareta Pêsmerge çend mijarên girîng bi Komîsyona Pêsmerge re gotûbêj dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Pêşmerge, cîgirê wî û sererkanê Pêşmerge îro li parlementoyê bi komîsyona Pêşmerge re dicivin.

Endamê komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê, Seîd Herkî ragihandiye ku li ser gaziya wan wezîrê Pêşmerge û cîgirê wî û sererkanê Pêşmerge dê îro bi komîsyona Pêşmerge re bicivin.

Seîd Herkî gotiye, yek ji mijarên ku di civîna me de dê were axaftin çawaniya çaksaziyê li nav Wezareta Pêşmerge herwiha ew dê raporta xwe li ser dûçûnên li çeperên Pêşmerge hatine kirin, pêşkêş bikin û behsa xanenişînî û çawaniya wergirtina pêşmergeyan jî bikin.

Endamê komîsyona parlementoya Kurdistanê da zanîn, mijareke din ya civînê valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye ku li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê divê du hêzên hevbeş bên pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin