Netanyahû: Ji bilî rêbaza leskerî çare tune

Netanyahû: Ji bilî rêbaza leskerî çare tune

Peyama Kurd – Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû got “Li dijî Hamasê, ji bilî operasyonên leşkerî ti çare tune ye. Pestoya leşkerî, hem ji bo radestkirina dîlên sivîl hem jî ji bo serkeftinê pêwîst e”

Netanyahû, di daxuyaniyeke agahdarkirinê ku ji alî gellek kanalên televîzyonî ve bi zindî hate weşandin de, di derbarê dîlên sivîl ên Îsraîlî ku di destê Hamasê de ne axivî û da zanîn ku ji bo rizgarkirina van dîlan wê Îsraîl hewlên xwe yên siyasî û leşkerî didomîne.

Di daxuyanîya ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî beşdar bû de, Bînyamîn Netanyahû teqezî li domandina operasyonên leşkerî yên ji bo rizgarkirina dîlên sivîl kir û wixa domand:

“Li dijî Hamasê, ji bilî operasyonên leşkerî ti çare tune ye. Pestoya leşkerî, hem ji bo radestkirina dîlên sivîl hem jî ji bo serkeftinê pêwîst e. Pestoya leşkerî nebûya, me yê nikarîbûya 110 dîlan serbest bida berdanê. Ji bilê vê rêbazê ti tişt ji dest nayê.”

Netanyahû ragihand ku ji bo agirbestê ragihînin û leşkerên xwe ji Xezzeyê vekişîn daxwaz li wan têne kirin û teqez kir ku ew ê van daxwazan qebûl nekin.

Piştî Netanyahû Wezîrê Parastine Gallant jî serbestkirina 110 dîlan wek mînak nîşan da û pêwîstiya operasyonên leşkerî destnîşan kir.

Galland anî ziman ku piştî pestoya leşkerî Hamasê dîlan serbest berdaye û got: “Ev tê we wateyê ku Hamas, tenê bi hêza zorê têdigihîje.”

Di derbarê 3 dîlên Îsraîlî ku bi şaşî ji alî leşkerên Îsraîlî ve hatibûn kuştin de jî Galland, berpirsîyariya hemû serkeftin û xeletiyên rêbaza leşkerî hilgirt ser xwe û got; “Ev bûyer, yek ji bûyerên trajîk ku wê di bîrdanka min de bimîne, çimku, em gavekê dûrî encameke beroavajiyê vê encama trajîk bûn. Sedemê kuştina van dîlan şaşiyên mezin bûn.”

Artêşa Îsraîlê roja înîya çûyî ragihandibû ku li Şûcaîyeya li bakurê Xezzeyê ya herêma pevçûnan, 3 dîlên Îsraîlî, bi şaşî wek gefa terorî hatine dîtin û hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin