PeyamaKurd – Komserê Bilind ê Mafên Mirovan di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Michelle Bachelet, ragihand ku di nav 10 rojên dawî de li Sûriyê 26 ji wan zarok 103 kesên sivîl ji ber êrîşên rejîmê û opozîsyona çekdar hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, rêveberiya Beşar Esed û hevpeymanên wê (Rûsya-Îran) di êrîşên xwe de dibistan, nexweşxane, market û firne kirine armanc û bi dehan sivîlan can daye.
Bachelet, li ser xemsariya li hemberî êrîşên ser sivîlan civaka navdewletî rexne kir û got, bi taybetî jî li hember êrîşên vê dawiyên li Idlibê raya giştî ya navdewletî di nav xemsariyeke mezin de.
Bachelet diyar kir ku êrîşên dijî sivîlan tawana şer e û yên van êrîşan dikin, fermanê didin û bi wan didin kirin jî berpirsê wî sûcî ne.
Li gorî raportên medyayî destpêka vê hefteyê jî di êrîşên esmanî yên bi ser Idlibê de 31 kesên sivîl hatibûn kuştin. NY jî dide xuyakirin ku ji 29ê Nîsana 2019an ve êrîşên bi ser Idlibê ji aliyê rejîmê ve dest pê kirine, 350 sivîl mirine û 330 hezar kes jî neçar bûne koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin