Li Kurdistanê dê bi pîvanên nû av bê belavkirin

Li Kurdistanê dê bi pîvanên nû av bê belavkirin

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Ava Kurdistanê diyar kir, ew ê êdî bi pîvanên nû avê belav bikin, da ku têra her kesî bike.

Berpirsê Giştî yê Ava Kurdistanê Arî Ehmed da zanîn, ji bo ku xelk avê heder nedin û vala bikar nehînin, em ê bi pîvan û mekanîzma nû avê bidin wan. Armanca me ji vê yekê ew e ku av têra her kesî bike.

Arî Ehmed herwiha destnîşan kir, li gorî mekanîzma nû em ê rojane derdora 2-4 saetan avê bidin, ji wê zêdetir em nadin da ku ti kes firsenda wê nebe avê vala vala bikar bîne.

Berpirsê Giştî yê Ava Kurdistanê eşkere kir, jixwe îsal baran gelek kêm barî û hişkesalî ye û welatên cîran jî avê bernadin, loma divê welatî di bikaranîna avê de hişyar bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin