PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo hevdîtinên sererastkirina aloziyên navbera herdu welatan, derbasî Cezayîrê bû û ligel Serokomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebboune, civînek li dar xist.
Piştî hevdîtina herdu serokomaran a li Koşka Muradiyeyê, daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hat dayîn. Bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku di navbera herdu welatan de alozî dest pê kiribûn û ji bo ku ev alozî werin têkbirin, daxwaz ew e ku rûpeleke nû ya têkiliyan were vekirin.
Serokomarê Fransayê Macron li ser hevdîtinê da zanîn ku herdu aliyan li hev kiriye û got,
“Dîroka hevpar a tevlihev û bi êş heye. Vê rewşê nehîşt ku em li pêşerojê binihêrin. Me biryar da ku komîteyeke hevpar a ku ji herdu aliyan dîroknas tê de bin, ava bikin da ku li ser arşîva serdema kolonyalîzmê bixebite. Lê belê berpirsyariya me ew e ku em ji bo xwe û ciwanên xwe, li pêşerojê binihêrin.”
Abdulmecid Tebboune jî da zanîn ku ew ligel Emmanuel Macron,li ser hevkariya dualî axivîne û di çarçoveya rêzgirtin û berjewendiyên herdu welatan de li ser rêyên bipêşxistina peywendiyan axivîne.
Tebboune bi berdewamî da zanîn ku hevdîtinên wan, hevdîtinên çêker bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin