Kurdek li Tehranê bi êskenceyê hat kustin

Kurdek  li Tehranê bi êskenceyê hat kustin

PeyamaKurd-Ciwanekî Kurd li Girtîgeha Tehranê bi êşkenceyê hat kuştin. Li gorî angaştên polîsên Tehranê, ciwanê Kurd ne bi êşkenceyê, bi întîxarê canê xwe ji dest daye.

Mîlad Ceferî yê ji xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû, ji Girtîgeha Tehranê mirî hat derxistin. Li gorî malbata Ceferî dibêje, ciwanê Kurd bi êşkenceyeke dijwar canê xwe ji dest daye. Polîsên Tehranê vê yekê qebûl nakin û dibêjin, wî bixwe dawî li jiyana xwe haniye. Ciwanê ku di 7ê Nîsanê de li taxeke Tehranê hatiye girtin 25 salî bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin