Romanyayê, bang li NATOyê kir: Hêza xwe zêde bikin

Romanyayê, bang li NATOyê kir: Hêza xwe zêde bikin

PeyamaKurd- Serokomarê Romanyayê Klaus Iohannis, di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Giştî yê NATOyê de banga zêdekirina hebûna hêzên NATOyê ya li Rojhilatê Ewropayê kir.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku Klaus Iohannis, di nirxandina rojevê de diyar kiriye ku wî ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenber hevdîtinek kiriye û li ser naveroka hevdîtinê, wiha gotiye:

 “Îro me rewşa ewlehiyê ya li herêma Euro-Atlantîkê nirxand. Min destnîşan kir ku biryarên di lûtkeya dîrokî ya ku îsal li Madrîdê hat lidarxistin de divê di zûtirîn demê de bên cîbicîkirin. Pêwîst e ev biryar di zûtirîn demê de bên bicihanîn."

“Pêdivî, bi hêzeke zêdetir heye”

Her wiha hat ragihandin ku Serokomarê Romanyayê, ji bo hewildanên wî yên ji bo hevahengiya nûjenkirina NATOyê spasiya Stoltenberg kiriye û diyar kiriye ku hêzeke bergiriyê ya bihêztir li milê rojhilat hewce ye.

Li gorî hat ragihandin, Iohannis di dewama axaftina xwe de diyar kiriye û gotiye, "Pêkanîna Konsepta Stratejîk a 2030î, dê bibe sedem ku hevalbendiya me rolek mezintir bigire ser xwe ku ne tenê ewlehiya herêma Euro-Atlantîkê, aramiya nîzama navneteweyî jî pê ve girêdayî ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin