PeyamaKurd- Li rojavayê Afrîkayê li welatê Nîjeryayê li eyaletên Katsîna û Nîjerê, di êrîşan de 14 kes hatin kuştin. Rêvebirê asayîşa Katsînayê Gambo Isah bo çapemeniyê ragihand ku kesên çekdar li devera Danmûsayê êrîş kirine û di encamê de 7 kes jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne. Gelek xaniyan wêran kirine û xelkê deverê terka malên xwe kirine.
Li eyaleta Nijerê li devera Şiroroyê kesên çekdar bi çekan li der û dora xwe gule reşandine û 7 kes jî li wê derê jiyana xwe dane û gelek kes birîndar bûne.
Kesên çekdar bi motorsîkletan êrîşan dikin û li gelek deveran bikaranîna motorsîkletan hatiye qedexekirin. Li deverê gelek caran di navbera qebîleyên ku heywanan xwedî dikin û qebîle yên bi zîraatê meşxûl dibin de şer dertê.
Fûlaniyên ku heywanan xwedî dikin, koça başûrê welat kirine û kesên bi zîraratê meşxûl dibin, hewl didin ku heywanên wan bidizin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin