NH: Sûriye û Rûsya bizanîn li nexwesxaneyan da

NH: Sûriye û Rûsya bizanîn li nexwesxaneyan da

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku rejîma Sûriyê di nav 6 mehan de, bizanîn ji 60 caran zêdetir li dezgeyên tennduristiyê xistiye û Rûsya jî destekê daye wan. Berdevkê Neteweyên Hevgirtî yê mafên mirovan Rupert Colville bo çapemeniyê mijarê weha ragihand:

“Ji 29 ê nîsanê heya niha rejîm bi desteka Rûsyayê li 61 dezgeyên tenduristiyê daye. Em nizanin bê bi temamî bizanîn kirine an na. Lê em xwediyê agahiyane ku piraniya êrîşan an hinek ji wan terefadarên hukumetê bizanîn kirine. Nabe ku ev tev bi qezayê çêbûbin. Eger bê tesbîtkirin ku bizanîn hatine kirin,ev dibin sedema sûcên şerî.”

Li aliyê dinê berdevkê wezareta Amerîkayê ya derve Morgan Ortagus, êrîşên hewayî yên ser sîvîlan şermezar kir û weha got:

“Amerîka êrîşên rejîma Sûriyê ku bi desteka Rûsyaye çêdibin û zerarê didin nexweşxaneyan û binkeyên sîvîlan ku hem dibe sedema kuştina mirovan, bi tundî şermezar dike.”

Di hefteya dawî de, di êrîşan de, 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nav 48 sietnên dawî de, tenê 12 sîvîl mirine û di ser 40 kesî de birîndar çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin