HDK-Î: Wexta me dît ku daxwazên me bi diyalogê çareser dikin, em ê li ser masê rûnên

HDK-Î: Wexta me dît ku daxwazên me bi diyalogê çareser dikin, em ê li ser masê rûnên

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî biryara yekbûna her dû partiyên PDK yên Rojhilatê îmze kir. Her dû partî 16 sal bû ku ji hev cuda bûn. Mistefa Hicrî li ser rûniştina masê ya bi desthilata Îranê re weha got:

“Wexta me dît ku Komara Îslamî ya Îranê bi rastî jî dema em bawer bikin ku daxwazên Kurdên Rojhilat wê di rêya diyalogê de çareser bikin, em ê bi wan re li ser masê rûnên.”

Hem Mistefa Hicrî ragihand ku hukumeta Herêma Kurdistanê ji wan xwestiye ku Pêşmergeyên xwe vekişînin.

Berdevkê HDK-Î Xalid Ezîzî jî weha ragihand:

“Me peyama xelkê Rojhilat û temamê PDK yên li çar perçeyan girt û ji bo yekîtiya her dû partiyan xebitîn.”

Hicrî di dewama daxwuyaniya xwe de got ku piştî her dû partî bûn yek, PDK-I û YNK wan pîroz nekirine û ji ber wê jî xemgîniya xwe ragihand û weha got:

“Her çendîn em rewşa wan û zora siyasî ya ser wan didin ber çav jî, ez rast nabînim. Ji ber serkeftina Kurdan ji rêzgirtina li hemberê Komara Îslamî girîngtir e.”

Pêşmergeyên HDK-Î bi piranî li Pîranşehr, Şîno û li başûr li der dora Çoman û Hacî Umran in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin