Li Diyarbekirê xortekî bi sîlih li diya xwe û xwe xist lê nemirin

Li Diyarbekirê xortekî bi sîlih li diya xwe û xwe xist lê nemirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Peyasê li ser Bûlwara Firatê, di apartmanekî de xortekî xwendevanê zankoyê yê bi navê Ö.Ş. bi diya xwe S.Ş. re ewilî munaqeşê kir û bi demançê li diya xwe xist. Paşî bi demançê berî serê xwe da ku xwe jî bikuje. Bira an xwuşka wî ya/yê ku wê wextê de di hemamê de bû bi navê H.Ş. ji hemamê derket û rewşa dê û birayê xwe dît ku birîndarin.

Li ser agahdarkirina polîs, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê û dê û kurê birîndar birin nexweşxanê. Tîmên lêgerînê li ciyê bûyerê xebata xwe dikin lê jiyana dê û kur di talûkê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin