HSD: Di êrîsa Qamislo de endamekî me can da

HSD: Di êrîsa Qamislo de endamekî me can da

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa bi dronê ya artêşa Tirk li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Navenda Ragihandina HSDê da xuyakirin, doh 7ê Tebaxê êvarê di êrîşa balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser taxa Sîna ya bajarê Qamişlo de, endamekî Saziya Dîspilîna Leşkerî ya bi ser HSDê ve û 3 kesên din can dane ku 2 ji wan zarok in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Doh êvarê artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek êrîşî taxa Sîna ya bajarê Qamişlo kir. Di êrîşê de endamekî Saziya Dîspilîna Leşkerî û 3 kesên din şehîd bûn, ku 2 ji wan zarok in."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin