Serok Barzanî 3 prensîb ji bo hikûmeta Iraqê danîn

Serok Barzanî 3 prensîb ji bo hikûmeta Iraqê danîn

PeyamaKurd -  Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê Brett Mcgurk  kir.

Der barê pêşhatên dawîn yên siyasî li herêmê, rewşa Sûriyê û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê de nirxandin hatin kirin. Nîgeraniya rewşa Kurdan li Sûriyê hat rojevê.

Balyozê Amerîkaê li Iraqê Douglas Silliman û Konsolê li Hewlêrê Ken Gross jî amade bûn.

Di hevdîtinê de Brett Mcgurk siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye xiste rû.

Rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî hilbijartinê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû  mijareke din a vê hevdîtinê bûn.

Serok Barzanî dûpat kir ku ji bo dubarenebûna şaşiyên berê û gihîştina şirîkatiya rasteqîne pêwîst e hevpeymaniyeke piralî ya li ser bingehên şirîkatî, tewafuq û hevsengiyê bi hemû naverokên xwe ve bê dirustkirin.

 Herwiha Serok Barzanî got,  dîvê mekanîzma û sîwaneke demkî ji bo bicihkirina van her sê prensîpan bê danîn da ku hemû pêkhate hest bi wê yekê bikin ku di pêvajoya siyasî ya Iraqê da şirîk in û her di bin ronahiya wan sê prensîpan de jî hikûmet bê pêkanîn.

Di beşeke din a vê civînê de  Brett Mcgurk ragihand ku welatê wan berdewam dibe di yarmetîdana Iraqê û Herêma Kurdistanê de û ev jî xiste rû ku derfetekî zêde ji bo karê hevbeş heye bi navê pêkanîna aramî û baweriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin