PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Asayîşa Koşka Spî John Kirby diyar kir, ew rewşa Rûsyayê dişopînin.
John Kirby li ser rewşa navxwe ya Rûsyayê û şerê koma Wagnerê ya li dijî Rûsyayê dibêje: “Em bi hûrgilî liv û tevgerên Wagnerê dişopînin û ligel hevpeymanên xwe rewşê gotûbêj dikin.”
Kirby da zanîn, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji hemû geşedanên rewşa Rûsyayê hatiye agahdarkirin.
Ev di demekê de ye ku Fermandarê Koma Wagner Yevgeniy Prigojin li dijî Rûsyayê şer ragihand.
Yevgeniy Prigojin ku di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihand, dibêje, hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin