PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryare Serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqê Hadî Amirî, di nav 48 saetan de li Necefê serdana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bike û ligel wî bicive.
Hatiye diyarkirin ku wê Amirî li ser navê Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe bi Sedir re hevdîtinê bike.
Li gorî çavkaniyên Çarçoveya Hemahengiyê wê Amîrî bi Sedir re, rewşa dawî ya Iraqê û çareserkirina krîza siyasî gotûbêj bike û hewl bide Sedir ji bo danûstandinên Çarçoveya Hemahengiyê razî bike.
Li aliyê din Sedir di daxwazên hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext de rijd e û alîgirên Tevgera Sedir jî di wê çarçoveyê de xwepêşandanên xwe didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin