PeyamaKurd - Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayif ragihand ku radestkirina terorîstên DAIŞê ya bê lêkolîn û lêpirsîn jiSûrîyê bo Îraqê lêpirsîn metirsîya fermaneke din e li ser xelkê Şingalê.
Weyis Nayif ragihand: ‘’Hejmarek zêde ya terorîstên DAIŞê ji alîyê hêzên Sûriyê ve ji hikûmeta Iraqê re hatiye radest kirin û bê ku lêpirsîneke wisa li gel wan bê kirin, ji gund û deverên Şingalê ra tên veguhestin. Eger weha jî bimînin dê çar rojên din hemû bibin şaneyên veşartî yên DAIŞê û dest bi karên terorîstî li deverê bikin û fermaneke din li ser xelkê Şingalê dê pêkbînin. Pêwîst e hemû kesên bûne rêvekir û piştevanên terorîst terorîstên DAIŞê bên jibîrkirin û pêwîst e bên ceza kirin.’’
Herweha Weyis Nayif got: “Em naxwazin ti kesekî destê wî li gel destê terorîstane vegere devera Şingalê. Pêwîst e hikûmeta Iraqê lêkolîneke hûr li gel hemû wan terorîstan bike, ku niha Hêzên Sûrîyê wan radestî hikûmeta Iraqê dike.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin