PeyamaKurd – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî li ser destdanîna ser her sê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê ve belav kir ku nusxayek bo PeyamaKurd jî hatiye şandin.
KCD di daxuyaniya xwe de bang li her çar perçeyên Kurdistanê, Partiyên siyasî û saziyên sivîl kir ku li dijî derbeya qeyûm helwesteke hevpar û neteweyî bê nişandan.
KCD di daxuyaniya xwe dibêjePpolîtîkayên desthilatdariya heyî, bêyî cûdahiyê bixe navbera, Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat dixwaze êrîşî hemû rêxistinkirinê bike û di vê çerçoveyê de dixwaze îmhakirina giştî pêk bîne:
“Desthilatdariya îro, bi rewşa heyî ya niha ku xwedî dîrok û sedemên xwe hene, dijî zagonên cûntayê jî tevdigere, bûye nûnerê aqilê îrrasyonel û xwediyê xeta şer û pevçûnê. Hemû amûrên pêkûtî û qirkirinê di serî de li ser gelê Kurd li dijî hemû hêzên mûxalîf pêk tîne. Bloka AKP-MHP’e li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkarkirinê dimeşîne. Bi sepandina polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî ketiye merhaleyekî nû û dixwaze hiqûqa metîngeriyê ya nû bide qebûlkirin.
‘HEMÛ QADÊN RÊXISTINKIRÎ HEDEF GIRTIN’
Di pêvajayo referandûma Serxwebûna Başûr de politikaya ku meşand, dagirkirina Efrînê, Sewqiyata li sînorê Rojava û dagirkirina di bin navê ‘Pençe’ ya li dijî Başûr, tayînkirina qeyûman a ji bo 3 Şaredariyên HDP’ê yên mezin, her yek perçeyek vê konseptê ye û ev yek potansiyela şerê herêmî pêş dixe. Ev pêvajoya ku li Rojava û Başûr bi awayekî hevrast (Paralel) hat meşandin, hemû qadên rêxistinkirî hedef girtin û ev yek ji hêla Erdogan ve wekî ‘têkoşîna topyekûn’ hati binavkirin.
‘DIVÊ LI HEMBERÎ MEJIYÊ DEWLETÊ YÊ ÎNKARKER, GELÊ KURDISTANÊ BI RÛHÊ YEKÎTÎ Û NETEWÎ SEFERBER BIBE’
Divê li hemberî mejiyê dewletê ya înkarker û tasviyekar, hemû gelê li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl bê fikar, bi rûhê yekîtî û Netewî seferber bibe. Ev yek êdî pêwistiyek jiyanî ye.
Duh ew aqilê metînger ku vîna ji bo serxwebûnê Başûrê Kurdistanê derket holê tune hesiband, çibe, bi tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî heman aqile metînger e. Ji ber vê yekî li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila be, ji kîjan hêlî ve bê bila bê, divê ev êrîş li dijî hebûn û vîna Neteweya gelê Kurd bê nirxandin. Ev êrîş li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava pêk bên vê rastiyê naguherîne.
Gelê Bakûrê Kurdistanê, tevahî rêxistin û saziyên demokratîk di hemû merhaleyan de, di qezenckirina statuya Başûr de ev deskeftiyan parastiye, xwedî derketiye û li rex gelê Başûr rawestiyaye. Êrîşên ku li dijî Başûr pêk hatine wekî ku li dijî Bakûr pêk hatibe nirxandiye û mil bi mil li rex gelê Başûr cîh girtiye.
Li hemberî zext, sepandinên dijdemokratîk, gef û şantajan, gelê Bakûr ji sedî 60’an zêdetir û bi vîna gel Şaredariyan hilbijart, lê mixabin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Li hemberî vê yekî mafê gelê Bakûr heye ku, hemû gelên 4 parçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl li rex xwe bibîne.
‘DIVÊ PARLEMENTOYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI REX GELÊ BAKÛRÊ KURDISTANÊ CIH BIGIRE’
Ji ber ku em birayên hev ên neteweyekî, qederekê parve dikin û li hemberî metîngeran li perçeyên cûda ji bo fikarên Netewebûnê têkoşînê didin, divê bi taybet Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl li rex gele Bakûrê Kurdistanê cih bigire. Ev yek ji bo fikirandina Netewî û jiyana Netewî pêwistiyek jiyanî ye.
Dema ku berjewendiyên Netewî û vîna Netewî bibe mijar, divê hemû cûdahiyên wekî bîrdozî, siyasî, partibûnî û komî li pêş helwesta Netewî nebê asteng.
Ji ber ku qeyûm tayînî 3 Şaredariyên me yên mezin hatin kirin, dema mirov balê dikşîne ser bertek û nerazîbûnên ku ji bo piştgiriya gelê Kurd li Tirkiye û 4 aliyên cîhanê hatin dayîn dinêre, ji ber biratiya me ya Netewî û hiqûqa di navbêra me de, em dixwazin diyar bikin ku li hemberî bêdengiya Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl em zehmetiyê dikêşin.
Ji ber vê yekî bi taybet em dixwazin binê wê xêz bikin ku, tevahiya gelê Bakûr bi mafekî watedar di nav bendewariyeke bi vî rengî de ye.
Wekî peyvirek dîrokî û ji bo di dîrokê de bê nıvîsandin divê hemû kes li hemberî êrîşên desthilatdariyê, xwedî helwest be û li vîna ku derketiye holê xwedî derkeve. Ev yek îro li pêş lîderên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Saziyên Pîşeyî û Yekitiyên wan, Nivîskar, hunermend û rewşenbîran wekî erkek Netewî disekine.
-JI BER WINDAKIRINÊN KU JI BO ME YEKÎTIYA XWE AVA NEKIR, EM DIKARIN BI AVAKIRINA YEKÎTIYA XWE QEZENC BIKIN !
-GELÊ ME, JI BO ME YEKÎTIYA XWE AVA NEKIR NAXWAZE SEDSALEKE DIN JÎ WINDA BIKE !
-LI HEMBERÎ DARBEYA QEYÛM, EM BI RIHÊ NETEWÎ Û ZANISTIYÊ SEFERBER BIBIN
28 Tebax 2019
KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK (KCD)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin